Here Naverokê

Here naverokê

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE

Alî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Bibin Dostên Yehowa

Alî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Bibin Dostên Yehowa

Yehowa dixwaze ku em ji dil û ji ber ku em ji wî hez dikin ji wî re xizmet bikin (Mt 22:37, 38). Gava xwendekarên Kitêba Pîroz ji Xwedê hez dikin, ew dikarin jiyana xwe biguherînin û li dijî tengasiyan xurt bisekinin (1Yh 5:3). Ji ber ku ew ji Yehowa hez dikin, ewê qerar bidin ku jiyana xwe bidin destê wî û bin av bibin.

Alî xwendekarên xwe bike ku ew bi zelalî bibînin ku Xwedê ji wan hez dike. Ji wan wisa bipirse: “Ev yek di heqê Yehowa de çi rêyî te dide?” yan “Ev yek çawa nîşan dide ku Xwedê ji te hez dike?” Alî wan bike ku ew destê Yehowa di jiyana xwe de bibînin (2Dr 16:9). Behsa serpêhatiyên xwe bike ku Yehowa çawa cewaba duayên te daye, û alî xwendekarên xwe bike ku ew cewabên duayên xwe tê derxin. Gava em dibînin ku xwendekarên me çawa qîmetê didin hezkirina Yehowa û dixwazin nîşan bidin ku ew jî ji wî pir hez dikin, em gelek dilxweş dibin.

LI VÎDEOYA ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKE KU EW BIBIN DOSTÊN YEHOWA TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Jiyana rastî çi problemê hat?

  • Nîtayê çawa alî Jiyanayê kir?

  • Jiyanayê çawa serî bi problema xwe re derxist?