WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Vîdeoyên li ser Kursa Kitêba Pîroz Baş Bi Kar Bîne
Li ser Kursa Kitêba Pîroz çar vîdeoyên me hene. Gelo gerek em wan di xizmetê de çawa bişixulînin?
-
Xwendina Kitêba Pîroz Çima Lazim e? – Versiyona Dirêj. Ev vîdeo bala însanan dikişîne ser Kitêba Pîroz, ferq nake ku dîn û baweriya wan çi be jî. Ew ji Kitêba Pîroz cewabeke maqûl ji bo pirseke muhîm dide. Bi vî awayî, ew dilê însanan ava dike ku bi destê Kitêba Pîroz li cewabên pirsên xwe bigerin. Wekî din, ew nîşan dide ku Kursa Kitêba Pîroz çawa tê xwestin.
-
Xwendina Kitêba Pîroz Çima Lazim e? (versiyona kin). Ev vîdeo ji versiyona dirêj sê caran kintir e. Ew ji bo deştên ku însan lê pir mijûl in, bifeyde ye.
-
Kursa Kitêba Pîroz Çawa Derbas Dibe? Ev vîdeo bala însanan dikişîne ser Kursa Kitêba Pîroz û zelal dike ku ew çawa derbas dibe. Wekî din, ew nîşan dide ku Kursa Kitêba Pîroz çawa tê xwestin.
-
Tu bi Xêr Hatî Kursa Kitêba Pîroz! Ev vîdeo ji bo xwendevanên Kitêba Pîroz hatiye hazirkirin. Ji xwe ev vîdeo li rûpela diduyan a kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! derbas dibe. Dîsa jî, gava em broşûra Heta bi Hetayê Dilşad Be! bi kesekî re dixwînin, ev vîdeo dikare bê nîşandayîn. Ev vîdeo nîşan dide ku di kitêbê de çi tê şîrovekirin, û kurs çawa derbas dibe.
Her çi qas armanca her vîdeoyê heye, em dikarin her yek ji wan, gava minasib be, ji kesekî re nîşan bidin. Gerek em wan baş nas bikin û di xizmetê de bi awayekî baş bi kar bînin.