WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
Gerek em her roj gelek qeraran bidin. Gelek însan qerarên xwe li gor nefsa xwe yan li gor fikrên însanên li derdora xwe didin (2Mû 23:2; Mtl 28:26). Lê belê, yên ku di hemû rêyên xwe de xwe dispêrin Yehowa, ew qerarên xwe li gor pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz didin (Mtl 3:5, 6).
Ji bo her ayetekê, bifikire ku ew ji bo kîjan hal û rewşekê dikare alî te bike ku tu qerarên baş bidî. Paşê, vê yekê ji xwe re binivîse.
LI VÎDEOYA NE KESÊN BÊBAWER, LÊ KESÊN BAWERMEND JI XWE RE EMSAL BIGIRE-NE FÎRAWÛN, LÊ MÛSA TEMAŞE BIKE Û CEWABA VÊ PIRSÊ BIDE:
Mîsala Mûsa Pêxember çawa alî birayê me kir ku ew qerareke baş bide?