WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
“Dilê Xwe Biparêze”
Bi îlhama Yehowa Xwedê, Silêman Padîşah wisa nivîsandibû: “Ji her tiştî bêtir, dilê xwe biparêze” (Mtl 4:23, Mizgînî). Lê çi heyf e ku gelê Xwedê, yanî miletê Îsraêl, dev jê berda ku bi hemû dilê xwe di rêya Yehowa de bimeşe (2Dr 6:14). Heta Silêman Padîşah hişt ku jinên wî yên xerîb dilê wî ji rê derxînin, û dawiya dawî, Silêman ji îlahan re îbadet dikir (1Qr 11:4). Gelo em çawa dikarin dilê xwe hîmaye bikin? Ev mesele li meqaleya lêkolînê ya di Birca Çavdêriyê, Çile 2019, rûpelên 14-19 de, derbas bû.
LI VÎDEOYA DERSÊN JI KOVARA BIRCA ÇAVDÊRIYÊ – DILÊ XWE BIPARÊZE TEMAŞE BIKE Û CEWABA VAN PIRSAN BIDE:
Gelo çi dikaribû baweriya van xwişk û birayan sist bikira û vê meqaleya lêkolînê çawa alî wan kir ku ew dilê xwe biparêzin?
-
Brent û Lauren
-
Umjay
-
Happy Layou
Gelo te ji vê meqaleya lêkolînê çi feyde stand?