XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ
Îbadeta Yehowa bi Awayekî Berfirehtir Tê Avakirin
Dawid Padîşah rê da xizmeta Lêwî û kahînan (1Dr 23:6, 27, 28; 24:1, 3; it-2-E 241, 686)
Muzîkvan, stranbêjên hoste û yên şagirt jî hatibûn tayînkirin ku ji Yehowa re bi destê kilaman xizmetê bikin (1Dr 25:1, 8; it-2-E 451-452)
Hin Lêwî jî hatibûn tayînkirin ku wek nobedar, xezînedar yan di meqamên din de xizmetê bikin (1Dr 26:16-20; it-1-E 898)
Ji ber ku Yehowa bi xwe her tiştî bi awayekî rêk û pêk dike, em dixwazin bi eynî awayî ji wî re îbadetê bikin (1Kr 14:33).
KÛR BIFIKIRE: Îro îbadeta me ya ji Yehowa re çawa bi awayekî rêk û pêk tê kirin?