Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Em Çawa Dikarin Piştî Felaketekê Alîkarî Bikin?

Em Çawa Dikarin Piştî Felaketekê Alîkarî Bikin?

Her ku diçe felaketên tebîetê zêde dibin. Gava felaketek çêdibe alîkarî gerek bi awayekî rêk û pêk û bi nîzamî bê dayîn. Ji bo vê yekê Koma Rêberiyê di her buroyê de Heyetên ji bo Alîkariya di Dema Felaketan de ava kirin.

Di wexta felaketekê de birayên vê heyetê ji rîspiyên di wê herêmê de dipirsin ka ji mizgînvanan re çi alîkarî lazim e. Eger xwişk û birayên wê herêmê nikarin xwe bi xwe zerarê çareser bikin, buro birayên gihîştî tayîn dike ku di îşê alîkarîkirinê de rêberiyê bikin. Ev bira dikarin ji xwişk û birayan rica bikin ka ew wext û qeweta xwe, pereyên xwe yan tiştên xisûsî bexş bikin. Yan jî ew tiştên lazim dikirin û belav dikin.

Alîkariya bi vî awayî gelek bifeyde ye. Mesela, eger her kes li gor fikrên xwe alîkarî dike, tevlihevî çêdibe. Hin kes wext û qeweta xwe boş xerc dikin û tiştên nelazim tên kirin.

Birayên tayînkirî, ew dikarin tê derxin û qerar bidin ku çi qas kes û pere ji bo alîkariyê lazim e. Ew xîret dikin ku xwe bigihînin memûrên dewletê, çimkî ew dikarin alî me bikin ku îşê alîkariyê zû bimeşe. Îcar ji kerema xwe re, heta ku birayên mesûl ji we rica nekin, pereyan top nekin, ji bo birayan tişt û miştan neşînin, û xwe bi xwe neçin cihê ku felaket çêbûye.

Gava felaketek çêdibe em dixwazin alîkariyê bidin (Îbr 13:16). Em ji xwişk û birayên xwe pir hez dikin! Gelo em dikarin çi bikin? A herî muhîm ev e, em dikarin ji bo yên ku zerar dîtine û ji bo yên ku alîkarî dikin, dua bikin. Wekî din, em dikarin ji bo karê cîhanî bexşên jidil bidin. Buro di bin rêberiya Koma Rêberiyê de dişixulin, û ew dizanin ku bexşên me dikarin herî zêde alî kê bikin. Û eger hûn bixwazin şexsî alîkariyê bikin, hûn dikarin Miraceeta ji bo Karê Avakirinê yê Herêmî (DC-50) tije bikin.

LI VÎDEOYA SÊLAVA MALWÊRAN A LI BREZÎLÊ TEMAŞE BIKE Û CEWABA VÊ PIRSÊ BIDE:

Ji alîkariya ku Şahidên Yehowa piştî vê sêlavê kiribûn, çi te eciband?