Here Naverokê

Here naverokê

1-7 Nîsan

ZEBÛR 23-25

1-7 Nîsan

Kilam 4 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. “Yehowa Şivanê Min e”

(10 deqe)

Yehowa rêberiya me dike (Zb 23:1-3; w11-E 1/5 31 par. 3)

Yehowa me diparêze (Zb 23:4; w11-E 1/5 31 par. 4)

Yehowa me têr dike (Zb 23:5; w11-E 1/5 31 par. 5)

Mîna şivanekî dilovan, ê ku baş li pezên xwe dinêre, Yehowa jî bi hezkirinê li xizmetkarên xwe xwedî derdikeve.

JI XWE WISA BIPIRSE: “Gelo Yehowa çawa xema min dixwe?”

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Zb 23:3: “Riyên rast” çi ne, û çi wê alî me bike ku em ji van rêyan dernekevin? (w11-E 15/2 24 par. 1-3)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 23:1–24:10 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Ji kesekî re ku meraq dike ku halê dinyayê wê çawa be ayeteke xweş nîşan bide. (lmd ders 2 fikir 5)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Ji kesekî re ku broşûra Heta bi Hetayê Dilşad Be! qebûl kiriye, nîşan bide ku kursa Kitêba Pîroz çawa derbas dibe. (lmd ders 9 fikir 3)

6. Mirovan Bike Şagirt

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 54

7. Em Guh Nadin Dengê Xerîban

(15 deqe) Gotûbêj.

Mî dengê şivanê xwe nas dikin û li pey wî diçin. Ew li pey kesekî xerîb naçin, çimkî dengê wî nas nakin (Yh 10:5). Bi eynî awayî, em guh didin dengê Yehowa û Îsa Mesîh, çimkî ew Şivanên me yên dilovan û dilsoz in (Zb 23:1; Yh 10:11). Lê em guh nadin dengê kesên xerîb, çimkî ew dixwazin “bi peyvên xapînok” baweriya me sist bikin (2Pt 2:1, 3).

Yekemîn Mûsa beşa sisêyan behsa vê yekê dike ku dengekî xerîb cara pêşîn li ser erdê çawa hat bihîstin. Wexta ku Şeytan bi Hewayê re sohbet kir, wî nîşanî wê neda ku ew bi eslê xwe kî ye. Û bi vî awayî, wî Hewa xapand. Wî xwe wek hevalekî ku xêra wê dixwaze, nîşan da. Û wî li ser gotin û niyetên Yehowa derew kirin. Çi heyf e ku Hewayê guh dabû wî û kul û derd anîn serê xwe û malbata xwe jî.

Îro jî Şeytan bi destê xeberên xerab û derewan hewl dike ku şik û gumanên me herin ser Yehowa û teşkîlata wî. Gava em dengê kesekî xerîb bibihîzin gerek em birevin! Eger em deqeyekî jî guh bidin dengê wî, ev yek wê zerarê bide me. Gelo ji bo ku Şeytan Hewayê bixapîne ji wî re çend peyv lazim bûn? (1Mû 3:1, 4, 5). Lê eger kesekî ku em nas dikin, kesekî ku ji me hez dike û dixwaze bi niyeteke baş alî me bike û melûmatên xerab li ser teşkîlata Yehowa ji me re dibêje, îcar gerek em çi bikin?

VÎDEOYA Guh Nede “Dengê Xerîban” vêxe. Paşê, van pirsan bipirse:

Gava diya Jiyanayê dixwest xeberên xerab li ser teşkîlata Yehowa jê re bibêje, wê çi kir? Û em dikarin ji mîsala Jiyanayê çi bielimin?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 55 û Dua