Here Naverokê

Here naverokê

29 Nîsan–5 Gulan

ZEBÛR 34-35

29 Nîsan–5 Gulan

Kilam 10 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. “Hergav ji Yehowa re Şikir Bikin”

(10 deqe)

Her çi qas zor û zehmetiyên Dawid hebûn jî, wî tim pesnê Yehowa dida (Zb 34:1; w07-E 1/3 22 par. 11)

Dawid rûmet nedida xwe, lê dida Yehowa (Zb 34:2-4; w07-E 1/3 22 par. 13)

Gotinên Dawid ên ji bo pesnê Yehowa dilê dostên wî xurt dikir (Zb 34:5; w07-E 1/3 23 par. 15)

Piştî ku Dawid ji destê Avîmelek xelas bû, 400 zilamên ku ji Saûl Padîşah ne razî bûn di çolê de bi Dawid re bûn (1Sm 22:1, 2). Gava Dawid ev Zebûr nivîsand, bi îhtimaleke mezin ev 400 zilam di hişê wî de bûn (Zb 34, sernivîs).

JI XWE WISA BIPIRSE: “Ez çawa dikarim di civînan de bi sohbetên xwe pesnê Yehowa bidim?”

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Zb 35:19: Li gor vê ayetê Dawid xwest ku dijminên wî “ji hev re çav nekin”. Maneya wê çi ye? (w06-E 15/5 20 par. 2)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 34:1-22 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(2 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Berî ku tu dikarî behsa mizgîniyê bikî, sohbet qut dibe. (lmd ders 1 fikir 4)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. (lmd ders 2 fikir 4)

6. Baweriya Xwe Şîrove Bike

(5 deqe) Temaşe. ijwfq 59. Mijar: Em Çawa Dikarin pê Derxin ka Cejnekê Pîroz Bikin an Na? (th ders 17)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 59

7. Di Civînan de, bi Van 3 Rêyan Pesnê Yehowa Bide

(15 deqe) Gotûbêj.

Di civînên me de, fersendên pir baş dikevin destê me ku em pesnê Yehowa bidin. Ka bala xwe bide van 3 rêyan:

Sohbet: Di sohbetên xwe de behsa qenciya Yehowa bike (Zb 145:1, 7). Gelo te fikrek bihîstiye yan xwendiye a ku ji bo xêra te bû? Gelo di xizmetê de tecrûbeyeke te ya baş çêbûye? Gelo kesekî bi gotin an kirinên xwe dilê te xweş kiriye? Gelo te di tebîetê de tiştek dîtiye ku ji te re xweş hatiye? Hemû ev tişt ji Yehowa diyarî ne (Aq 1:17). Çend deqe berî ku civîn dest pê bike, li salonê hazir be ku tu bikaribî bi kesên din re sohbetê bikî.

Cewab: Xîret bike ku tu di her civînê de cewabekê bidî (Zb 26:12). Tu dikarî rasterast cewaba pirsê bidî, yan fikrên xwe li ser paragraf, resim an ayetekê bibêjî. Wekî din, tu dikarî bibêjî ku ev fikir çawa ji bo xêra me ye. Ji ber ku kesên din jî wê cewaban bidin, ji xwe re çend cewaban hazir bike. Eger cewabên te ji 30 saniye dirêjtir nebin, hê zêde kes wê bikaribin bi cewabên xwe pesnê Yehowa bidin (Îbr 13:15).

Kilam: Bi hemû dilê xwe kilaman bibêje (Zb 147:1). Belkî fersend nakeve destê te ku tu di civînê de cewabekê bidî, bi xisûsî di civateke mezin de. Xemgîn nebe, tu dikarî di her civînê de bi civatê re kilaman bibêjî. Belkî tu difikirî ku dengê te ne xweş e, lê eger tu ji dil bistirî, bawer be, tuyê dilê Yehowa pir xweş bikî! (2Kr 8:12). Tu dikarî li malê jî kilaman bibêjî û wisa xwe ji bo civînan xweştir hazir bikî.

VÎDEOYA Teşkîlata Me Tim bi Pêş ve Diçe – Kilamên Me Pesnê Yehowa Didin, Par 1 vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:

Teşkîlata me ji destpêka xwe ve çawa nîşan da ku ew qîmetê dide kilamên ji bo pesnê Yehowa?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Strana Nû ya ji bo Komcivîna Sala 2024yan û Dua