Here Naverokê

Here naverokê

8-14 Nîsan

ZEBÛR 26-28

8-14 Nîsan

Kilam 34 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Dawid Çawa Dilsoziya Xwe Xurttir Kir

(10 deqe)

Dawid ji Yehowa alîkarî xwest ku bibe însanekî baştir (Zb 26:1, 2; w04-E 1/12 14 par. 8-9)

Dawid xwe ji kesên xerab dûr digirt (Zb 26:4, 5; w04-E 1/12 15 par. 12-13)

Dawid ji îbadeta Yehowa pir hez dikir (Zb 26:8; w04-E 1/12 16 par. 17-18)


Rast e Dawid şaşî dikirin, dîsa jî ew “bi dilê pak û dirustiyê” bi Yehowa re dimeşiya (1Qr 9:4). Dawid yekî dilsoz bû, çimkî wî bi hemû dilê xwe ji Yehowa hez dikir û ji wî re xizmet dikir.

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Zb 27:10: Gava dostên me dev ji me berdin jî, ev ayet çawa dikare dilê me rihet bike? (w06-E 15/7 28 par. 15)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 27:1-14 (th ders 2)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(2 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Belavokeke ji Hacetên Elimandinê bi kar bîne. (th ders 3)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Belavoka ku te li ziyareta berê hiştibû, li ser pirsa di rûpela dawîn a vê belavokê de sohbet bike. Malpera jw.org û hin tiştên li ser wê nîşanî wî bide. (lmd ders 9 fikir 3)

6. Gotar

(5 deqe) lmd pêvek A fikir 3. Mijar: Halê Erdê wê Xweş Bibe, û Dinya wê Bibe Cenet. (th ders 13)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 128

7. Ciwanên ku ji Aliyê Exlaqê ve Paqij Dimînin

(15 deqe) Gotûbêj.

Xwişk û birayên ciwan gerek xîret bikin ku ji aliyê exlaqê ve paqij bimînin. Ew li hemberî qisûrdariya xwe li ber xwe didin û micadele dikin ku di dema “bihara ciwaniyê” de ji aliyê exlaqê ve paqij bimînin, yanî wexta ku xwestina cinsî zêde xurt e û kesekî ciwan nikare bi zelalî bifikire (Rm 7:21; 1Kr 7:36). Wekî din, kesên din zorê li wan dikin ku ew bêexlaqiya cinsî bikin, hem bi kesên ji eynî cinsî hem jî bi kesên ji cinsê din (Ef 2:2). Keç û xortno, ji ber ku hûn ji aliyê exlaqê ve paqij dimînin, em bi we pir serbilind in!

VÎDEOYA Ciwantiya Min – Ez Çawa Dikarin ji Bêexlaqiya Cinsî Birevim? vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

  • Ciwanên din çawa zor li Cory û Kamrynê dikirin?

  • Çi alî wan kir ku ew dilsoz bimînin?

  • Di halekî wisa de, kîjan prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 38 û Dua