Here Naverokê

Here naverokê

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | METTA 8-9

Îsa ji Mirovan Hez Dikir

Îsa ji Mirovan Hez Dikir

Beşên 8 û 9an a kitêba Metta behsa xizmeta Îsa ya li herêma Celîleyê dikin. Gava Îsa mirov qenc dikirin, wî hem qudreta xwe hem jî hezkirin û dilşewatiya xwe eyan dikirin.

  1. Îsa zilamekî bicuzam qenc kir (Mt 8:1-3).

  2. Îsa xulamê serokê leşkeran qenc kir (Mt 8:5-13).

    Wî xesûya Petrûs qenc kir (Mt 8:14, 15).

    Wî cin ji mirovan derxistin û kesên nexweş qenc dikirin (Mt 8:16, 17).

  3. Îsa cinên pir zordar ji mirovan derxistin û ew şandin keriyê xenzîran (Mt 8:28-32).

  4. Îsa zilamekî felc qenc kir (Mt 9:1-8).

    Wî jinikeke ku destê xwe avêtibû kincê wî, qenc kir, û wî keça Yayîros ji mirinê rakir (Mt 9:18-26).

    Wî mirovên kor û lal qenc dikirin (Mt 9:27-34).

  5. Îsa li gund û bajaran digeriya, û wî her cure nexweşî qenc dikir (Mt 9:35, 36).

Ez çawa dikarim hezkirin û dilşewatiya xwe zêdetir eyan bikim?