Dersên ji Weaza Îsa ya li ser Çiyê
Gelo tu hewcedariyên xwe yên ruhî dizanî?
Gotina ku wek “ên ku bi ruh belengaz in” hatiye wergerandin tê maneya “kesên ku hewcedariyên xwe yên ruhî dizanin” (Mt 5:3). Ji bo ku tu nîşan bidî ku tu bi rastî dixwazî alîkariya ruhî bistînî, van tiştan bike:
-
Kitêba Pîroz her roj bixwîne
-
Ji bo civînan haziriyê bike û here civînan
-
Heya ku wexta te hebe, weşanên me û melûmatên li ser jw.org bixwîne
-
Her meh li bernameya JW Broadcasting temaşe bike
Ez çawa dikarim xwarina ruhî zêdetir bistînim?