WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Ber bi Binavbûnê ve Here
Eger tu ciwan î û hê bin av nebûyî yan eger tu xwendekarê Kitêba Pîroz î, gelo te ji xwe re armanc daniye ku bin av bibî? Binavbûn çima ew qas muhîm e? Bi saya sonda xwedayînê û binavbûnê, tu dikarî bi Yehowa re dest bi dostaniyeke xisûsî bikî (Zb 91:1). Wekî din, ev gav ber bi xelasbûnê ve dibin (1Pt 3:21). Gelo tu çawa dikarî ber bi van hedefan ve herî?
Ji xwe îsbat bike ku rastî ev e. Gava pirsên te tên meydanê, lêkolîna şexsî bike (Rm 12:2). Eger lazim be ku tu jiyana xwe biguherînî, vêya bike ji ber ku tu ji Yehowa hez dikî (Mtl 27:11; Ef 4:23, 24). Ji Xwedê re dua bike û alîkariya wî bixwaze. Bawer be ku Yehowa wê bi destê ruhê pîroz qewetê bide te û piştgiriya te bike (1Pt 5:10, 11). Yehowa wê xîreta te bibereket bike. Belê, xizmeta Yehowa riya herî baş e! (Zb 16:11).
LI VÎDEOYA RIYA BER BI BINAVBÛNÊ VE TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Ji bo ku ew karibin bên bin av kirin, hin kesan bi kîjan astengan micadele kiriye?
-
Tu çawa dikarî baweriya xwe zêde bikî, da ku tu karibî jiyana xwe bidî destê Yehowa?
-
Çi alî hin kesan kiriye ku ew xwe ji bo binavbûnê hazir bikin?
-
Kesên ku qerarê didin ku ewê ji Yehowa re xizmet bikin çi bereketan distînin?
-
Maneya sonda xwedayînê û binavbûnê çi ye?