Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Civînên Mezin Fersendê Didin ku Em Hezkirina Xwe Nîşan Bidin

Civînên Mezin Fersendê Didin ku Em Hezkirina Xwe Nîşan Bidin

Ma em ji civînên mezin kêfê nastînin? Wek di bin Qanûna Mûsa de, îro jî bi sedan yan jî bi hezaran xizmetkarên Yehowa di civînên mezin de ji bo îbadeta Yehowa li hev top dibin. Li van civînên mezin, em ziyafetên ruhî distînin û dikarin bi dost û hevalên xwe re wext derbas bikin. Ji ber ku em qîmetê didin van civînên mezin, em xîret dikin ku li temamiya bernameyê temaşe bikin.

Gava em li hev top dibin, gerek em ne tenê li kara xwe bigerin, lê bifikirin ku em çawa dikarin hezkirina xwe ji kesên din re jî nîşan bidin (Gl 6:10; Îbr 10:24, 25). Mesela, em dikarin derî ji bo kesên din vekin yan tenê cihên rûniştinê, yên ku ji me re bi rastî lazim in, bigirin (Flp 2:3, 4). Li civînên mezin, fersend heye ku em hevalên nû bibînin. Berî û piştî bernameyê û li dema navberê, em dikarin xîret bikin ku kesekî nû nas bikin (2Kr 6:13). Hevaltiyên wisa dikarin heta bi hetayê dewam bikin. Wekî din, gava kesên din hezkirina rastîn, a ku di nav me de heye, dibînin, ewê belkî rojekê bixwazin bibin xizmetkarên Xwedê (Yh 13:35).

LI VÎDEOYA “HIZKIRIN TU CAR KUTA NEBE”!; CIVATÊN MEZINE HEMDINYAYÊ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Li civînên navnetewî yên sala 2019an, hezkirin çawa ji delegeyan re dihat nîşankirin?

  • Yekîtî û hezkirina di nav xizmetkarên Yehowa de çima bêemsal e?

  • Endamên Koma Rêberiyê bala guhdaran kişand ser kîjan xisûsiyetên hezkirina di nav şagirtên Îsa de?

  • Li civînên mezin, tu çawa dikarî hezkirinê nîşan bidî?

    Li Koreya Başûr û Almanyayê, hezkirina rastîn çawa yekîtiya xwişk û birayan zêde kiriye?

  • Em dixwazin çi bikin?