WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Gelo Tu Dikarî li Meha Adarê yan Nîsanê Bibî Pêşengê Alîkar?
Gelo tu dixwazî xizmeta xwe li demsala Bîranînê zêde bikî? (2Kr 5:14, 15). Li mehên Adar û Nîsanê, pêşengên alîkar dikarin hilbijêrin ka ew dixwazin di mehekê de 30 yan 50 saetî xizmetê bikin. Eger tu dixwazî bibî pêşengê alîkar, ji kerema xwe formê tije bike û bide Heyeta Xizmetê ya Civatê. Her meh, navê xwişk û birayên ku wek pêşengên alîkar xizmet dikin, ji civatê re tên îlan kirin. Bi vî awayî, xwişk û birayên din dikarin bi wan re xizmetê bikin. Demsala Bîranînê fersendeke baş e ku em di xizmetê de hunerên xwe zêde bikin û hevdû teşwîq bikin (1Se 5:11).