WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Azadiya ku Emê bi Saya Xwedê û Îsa Mesîh Bistînin
Tu roj bi roj rastî kîjan çetinahiyan têyî? Gelo li te zor tê ku tu hem debara malbata xwe bikî hem jî mesûliyetên xwe yên din bînî cih? Gelo tu zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dikî? Gelo hevaldersên te zorê li te didin ku tu tiştên xerab bikî? Gelo tu nexweş yan extiyar bûyî? Rastî ev e ku derdê her kesî heye. Gelek şagirtên Îsa ne tenê bi yek tengasiyê, lê bi cure cure tengasiyan micadele dikin. Dîsa jî, em dizanin ku di demeke nêzik de, emê ji van çetinahiyan bên azadkirin (2Kr 4:16-18).
Heta wê demê, ev yek ku Yehowa me fehm dike û qîmetê dide sebir û dilsoziya me, me teselî dike. Wekî din, em li hêviya bereketên mezin in (Yêr 29:11, 12). Îsa Mesîh jî bi me eleqedar dibe. Wî wisa soz daye: “Ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me” (Mt 28:20). Wê baş be ku em li ser azadiya ku emê di bin Padîşahiya Xwedê de bistînin, kûr bifikirin. Ev yek wê hêviya me xurttir bike û alî me bike ku em li hemberî zehmetan sebir bikin (Rm 8:19-21).
LI VÎDEOYA NÊZÎKIYA ROJÊN GIRAN, XWE LI ÎSA BIGIRE!; DERHEQA AXIRIYÊ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Însaniyet çawa ji Xwedê dûr ketiye, û netîce çi ye?
-
Kesên ku ji Yehowa re dilsoz dimînin li hêviya çi ne?
-
Riya van bereketan çawa hatiye vekirin?
-
Tu herî zêde hesreta kîjan bereketan î?