Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Dê û Bavno, Zarokên Xwe Perwerde Bikin

Dê û Bavno, Zarokên Xwe Perwerde Bikin

Îro, dinya qenciyê wek xerabiyê û xerabiyê wek qenciyê dibîne (Îş 5:20). Hin kes tiştên ku Yehowa ji wan nefret dike, dikin. Mesela, homoseksuelî êdî pir belavbûyî ye. Gelo em çawa dikarin zarokên xwe hazir bikin ku ew nekevin ber bayê hevaldersên xwe û kesên din, ên ku nêrînên wisa belav dikin?

Qanûnên Yehowa hînî zarokên xwe bikin (3Mû 18:3). Li gor saliya wan, nîşanî wan bidin ku Kitêba Pîroz di heqê minasebetên cinsî de çi dibêje (5Mû 6:7). Ji xwe bipirsin: “Gelo min ji zarokên xwe re zelal kiriye ku hezkirin çawa dikare bi awayekî minasib bê nîşan dayîn? Gelo ew fehm dikin ku çima muhîm e ku ew kincên mutewazî li xwe bikin? Gelo ew dizanin ku kesên din gerek dest nedin bedena wan? Eger kesek bixwaze pornografiyê nîşanî wan bide yan eger kesek bixwaze ku ew tiştekî xerab bikin, gelo ewê çawa cewabê bidin?” Eger ew ji berê de bizanibin ku gerek ew çi bikin, ev yek dikare wan biparêze (Mtl 27:12; Wz 7:12). Gava hûn zarokên xwe perwerde dikin, hûn nîşan didin ku hûn qîmetê didin vê mîrasa ji Yehowa (Zb 127:3).

LI VÎDEOYA BIRA MALBETA WE QEWÎ BE; ZARÊN XWE JI HEMÛ CÛRE ZULMIYÊ XWEY KIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Hin kes çima bi zarokên xwe re di heqê minasebetên cinsî de xeber nadin?

  • Çima muhîm e ku dê û bav “bi terbiye û şîreta Xudan” perwerde bikin (Ef 6:4)?

  • Zanîn dikare me biparêze

    Teşkîlata Yehowa çi tedarek kiriye ji bo ku alî dê û bavan bike ku ew zarokên xwe di heqê minasebetên cinsî de hîn bikin? (w19.05 12, çarçove).

  • Çima muhîm e ku hûn bi dewamî bi zarokên xwe re xeber bidin berî ku problem bên meydanê?