Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Dersên ji Jiyana Samûyêl

Dersên ji Jiyana Samûyêl

Samûyêl heta dawiya emrê xwe ji Yehowa re dilsoz ma. Wexta ku Samûyêl ciwan bû, ew nediket ber bayê kurên Elî yên xerab (1Sm 2:22-26). Gava Samûyêl mezin dibe, Yehowa bi wî re bû (1Sm 3:19). Kurên Samûyêl dev ji riya Yehowa berda, lê Samûyêl di kalîtiya xwe de jî bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir (1Sm 8:1-5).

Em dikarin ji serpêhatiya Samûyêl çi hîn bibin? Eger tu ciwan î, bawer be ku Yehowa derd û hîsên te fehm dike. Ew dikare cesareta te zêde bike (Îş 41:10, 13). Eger tu dê yan bav î û zarokê te ji riya rastiyê derketiye, ji bîr neke ku Samûyêl jî nikaribû zorê li kurên xwe yên mezin bide ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin. Samûyêl xwe dispart Yehowa û bi dilrastî ji wî re xizmet dikir. Eger tu jî wisa bikî, dibe ku rojekê, zarokê te wê emsala te ya baş bibîne û vegere ba Yehowa.

LI VÎDEOYA JI WAN DERSAN BIGIRE – SAMÛYÊL TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Gava Samûyêl hê biçûk bû, wî mêrxasiya xwe çawa nîşan da?

  • Danny çawa mêrxasiya xwe nîşan da?

  • Gava Samûyêl êdî kal bû, ew çawa bû emsaleke baş?

  • Yehowa piştgiriya yên ku dev ji rastiyê bernadin dike

    Dê û bavê Danny çawa bûn emsalên baş?