Here Naverokê

Here naverokê

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE

Alî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Herin Civînan

Alî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Herin Civînan

Civînên me di îbadeta me de pareke muhîm in (Zb 22:22). Kesên ku li hev top dibin ku ji Yehowa re îbadetê bikin, dilxweşî û bereketan bi dest dixin (Zb 65:4). Gava xwendekarên Kitêba Pîroz her hefte tên civînan, ew ji aliyê ruhî ve zûtir bi pêş ve diçin.

Gelo tu çawa dikarî alî xwendekarên xwe bikî ku ew bên civînan? Her tim wan ji bo civînan dawet bike. Vîdeoya Li Salona Îbadetê Em Çi Dikin? nîşanî wan bide. Behsa feydeyên civînan bike (lff ders 10). Fikreke xweş a ku te li civînê bihîstiye, ji wan re bibêje yan jî bi kurtasî behsa bernameya civîna din bike. Weşanên ku wê li civînê bên bikaranîn, bide wan. Wekî din, alîkariyê teklîf bike. Mesela, belkî tu dikarî wan bi erebeya xwe bibî Salona Îbadetê. Gava xwendekarê te cara pêşîn tê civînê, tuyê pir şa bibî (1Kr 14:24, 25).

LI VÎDEOYA ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKE KU EW HERIN CIVÎNAN TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Nîtayê çi fersend bi kar anî ji bo ku Jiyanayê ji bo civînê dawet bike?

  • Gava xwendekarekî Kitêba Pîroz tê civînan em çima şa dibin?

  • “Bi rastî jî Xwedê di nav we de ye”

    Gava Jiyana cara pêşîn çû civînê, çi qewimî?