WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Xwe Niha ji bo Meseleyeke Acîl a Tibî Hazir Bike
Çima gerek em xwe hazir bikin? Meseleyên tibî dikarin ji nişka ve werin serê me. Îcar, berî ku meseleyeke acîl çêbe, xîret bike ku tu ji hemû tiştên ku dikarin alî te bikin, feydeyê bistînî. Ev tişt wê alî te bikin ku tuyê tedawiyên herî baş bistînî. Wekî din, tu nîşan dikî ku tu qîmetê didî jiyanê û qanûna Yehowa ya li ser xwînê (Kar 15:28, 29).
Çawa em dikarin xwe hazir bikin?
-
Belgeya xwe ya tibî bi dîqat tije bike û li ser vê dua bike. a Mizgînvanên binavbûyî dikarin vê belgeyê ji birayê ku ji bo weşanan mesûl e, bistînin. Ji bo zarokên wan ên biçûk belgeyeke xisûsî jî heye.
-
Eger tu bihemle bî ji rîspiyên civata xwe mektûba bi navê Melûmatên ji bo Jinên Bihemle (S-401) bistîne. Di wexta bihemlebûn û çêbûnê de meseleyên tibî yên xisûsî dikarin çêbin, û ev mektûb wê alî te bike ku tu li ser wan meseleyan qerarên baş bidî.
-
Eger ji te re tedawiyeke tibî lazim be yan gerek tu herî nexweşxaneyê, vê yekê ji berê ve ji rîspiyên xwe re bibêje. Gava tu dikevî nexweşxaneyê, bibêje ku tu ziyareteke ji Şahidên Yehowa dixwazî.
Rîspî çawa dikarin alî me bikin? Ew dikarin alî te bikin ji bo ku tu belgeya xwe ya tibî tije bikî. Dîsa jî, rîspî wê li ser meseleyên tibî li şûna te qeraran nedin yan ji te re nebêjin ku wanê li şûna te çi bikira (Rm 14:12; Gl 6:5). Gava îlac û tedawiyeke tibî ya ku bi xwînê ve girêdayî ye, ji te re lazim be, vê yekê ji rîspiyên civata xwe re bibêje. Ewê ji bo te ji Komîteya Îrtibata bi Nexweşxaneyan re melûmatan bistînin.
Komîteya Îrtibata bi Nexweşxaneyan re çawa alî me dike? Birayên ku ji bo Komîteya Îrtibata bi Nexweşxaneyan re xizmetê dikin, ew perwerdeyê distînin ku fikrên me yên li ser meseleya xwînê ji doktor û avûkatan re zelal bikin. Ew dikarin bi kesên mesûl re li ser tedawiyên tibî yên bê neqla xwînê sohbetê bikin. Eger lazim be, ew dikarin doktorekî ku fikrên te yên li ser meseleya xwînê qebûl dike, ji te re bibînin.
LI VÎDEOYA DI WARÊ TIBÎ DE LI SER MESELEYA XWÎNÊ QERARÊN BIHÎKMET TEMAŞE BIKE Û CEWABA VÊ PIRSÊ BIDE:
-
Tu çi elimî, em çawa dikarin xwe ji bo meseleyên acîl yên tibî hazir bikin?
a Ders 39 a kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! dikare alî te bike ku tu di meseleya xwînê de qerarên baş bidî.