WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Bi Destê Prensîpên Kitêba Pîroz Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew bi Ser Bikevin
Dê û bav bi dil û can dixwazin ku zarokên wan di jiyana xwe de ji xizmeta Yehowa pir kêfê bistînin. Ew dikarin zarokên xwe bi alîkariya pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz di rêya rastiyê de mezin bikin (Mtl 22:6).
-
Guh bidin zarokên xwe û bi wan re sohbetê bikin (Aq 1:19)
-
Ji wan re bibe mîsaleke baş (5Mû 6:6)
-
Ji Yehowa re bi dewamî îbadetê bike (Ef 6:4)
LI VÎDEOYA BIRA MELBETA WE QEWÎ BE; ZARÊN XWE HÎN KIN XWE RIYA RAST BIGIRIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Dê û bav çawa dikarin nîşanî zarokên xwe bidin ku ew bi hal û hereketên xwe maqûl in?
-
Dê û bav çawa dikarin li gor pîvan û prensîpa di Aqûb 1:19 de hereket bikin?
-
Gava problem tên meydanê, gelo dê û bav dikarin çi bikin?