Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Yehowa Alî Me Dike ku Em di Rojên Teng de Sebir Bikin

Yehowa Alî Me Dike ku Em di Rojên Teng de Sebir Bikin

Di rojên dawîn de, em rastî gelek zor û zehmetiyan tên. Carinan, zor û zehmetiyên me ew qas giran dibin ku em ji xwe re dibêjin: “Ez êdî nikarim sebir bikim”. Dîsa jî, eger em tim xîret bikin ku nêzîkî Yehowa bimînin, ewê alî me bike ku em li hemberî kul û derdên herî giran jî sebir bikin (Îş 43:2, 4). Gerek em çi bikin ku em li hemberî zor zehmetiyan nêzîkî Yehowa bimînin?

Dua Bike. Gava em dilê xwe ji Yehowa re vedikin, ew dilrihetî û dilxurtiyê dide me ku em sebir bikin (Flp 4:6, 7; 1Se 5:17).

Here Civînan. Di civînên xwe de, em wexta xwe bi xwişk û birayan re derbas dikin û xwarina ruhî ji Yehowa distînin. Ev tişt îro ji me re pir lazim in (Îbr 10:24, 25). Gava em xwe ji bo civînan hazir dikin û cewaban didin, em ji tesîra ruhê pîroz feydeyeke mezin distînin (Py 2:29).

Xizmet Bike. Eger em çi ji destê me tê bikin ku bi dewamî xizmet bikin, emê karibin di rojên teng de jî bala xwe bidin tiştên qenc. Wekî din, emê dostaniya xwe ya bi Yehowa û bi xwişk û birayên xwe re xurttir bikin (1Kr 3:5-10).

LI VÎDEOYA YEHOWA WÊ LI MIN XWEDÎ DERKEVE TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Çi alî Maluyê kir ku ew li hemberî kul û derdên xwe nêzîkî Yehowa bimîne?

  • Gotinên ji Zebûr 34:18 çawa dikarin di rojên teng de dilê me rihet bikin?

  • Gava em rastî zor û zehmetiyan tên, Yehowa dikare qeweta xwe ya xisûsî bide me. Gelo serpêhatiya Maluyê vê yekê çawa nîşan dike? (2Kr 4:7).