WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Ji bo Wexta Bîranînê Hedefan Deyne Pêşiya Xwe
Her sal Şahidên Yehowa Bîranîna Mirina Îsa Mesîh pîroz dikin. Li hefteyên berê û piştî Bîranînê, em dikarin ji bo fîdyeyê bi awayekî xisûsî ji Yehowa re şikur bikin (Ef 1:3, 7). Mesela, em bi dil û can kesên din dawet dikin Bîranînê. Hin kes dikarin wek pêşengên alîkar xizmetê bikin. Li mehên Adar û Nîsanê, pêşengên alîkar dikarin yan 30 yan jî 50 saet xizmetê bikin. Gelo tu jî dixwazî li wexta berê û piştî Bîranînê xizmeta xwe zêde bikî? Çi dikare alî te bike?
Ya baş ev e ku em ji berê ve ji xwe re planekê çêkin (Mtl 21:5). Ji ber ku Bîranînê di wexteke nêzîk de tê, gerek em a niha dest bi planên xwe bikin. Bifikire ku tu çawa dikarî xizmeta xwe zêde bikî û bigihîjî hedefên xwe. Û ji Yehowa bereketa wî bixwaze (1Yh 5:14, 15).
Gelo tu çawa dikarî li wexta berê û piştî Bîranînê xizmeta xwe zêde bikî?