Here Naverokê

Here naverokê

15-21 Çile

EYÛB 36-37

15-21 Çile

Kilam 147 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Tu Çima Dikarî Baweriya Xwe bi Soza Jiyana Bêdawî Bînî?

(10 deqe)

Yehowa bixwe herheyî dijî (Ey 36:26; w15-E 1/10 13 par. 1-2)

Qewet û hîkmeta Yehowa heye ku jiyana bêdawî bide me (Ey 36:27, 28; w20.05 22 par. 6)

Yehowa rêya jiyana bêdawî nîşanî me dide (Ey 36:4, 22; Yh 17:3)


Eger em baweriya xwe ya bi soza jiyana bêdawî xurt bikin, emê bikaribin li hemberî zor û zehmetiyên jiyanê bisekinin (Îbr 6:19; w22.10 28 par. 16).

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Ey 37:20: Di demên berê de, li welatên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike nûçe û melûmat çawa dihatin belavkirin? (it-1-E 492)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz:

(4 deqe) Ey 36:1-21 (th ders 2)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. (lmd ders 3 fikir 3)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. (lmd ders 2 fikir 5)

6. Baweriya Xwe Şîrove Bike

(5 deqe) Gotar. ijwfq 57 par. 5-15. Mijar: Di Dema Komkujiya Cihûyan de, Şahidên Yehowa Çima Rastî Zilm û Zordariyê Hatibûn? (th ders 18)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 49

7. Ji bo Meseleyên Tibî Hazir Be

(15 deqe) Gotûbêj. Ji aliyê rîspiyekî ve gerek bê derbaskirin.

Teşkîlata Yehowa bi destê gelek hacetan alî me dike ku em li gor qanûna Xwedê ya li ser xwînê bijîn (Kar 15:28, 29). Gelo tu hemû wan hacetan bi awayê herî baş bi kar tînî?

Wekaletnameya Daîmî ya Sihetê (DPA) û Kesname (ic): Ev belge şîrove dikin ku daxwaza kesekî ya li ser bikaranîna xwînê çi ye. Xwişk û birayên binavkirî dikarin ji mesûlê weşanan ji bo xwe Wekaletnameyê û ji bo zarokên xwe yên biçûk Kesnameyê bistînin. Gerek em wan belgeyan tim li cem xwe bihêlin. Eger lazim be ku tu belgeyeke nû tije bikî yan melûmatên li ser wê nû bikî, vê yekê nehêle sibê.

Melûmatên ji bo Jinên Bihemle (S-401) û Melûmatên ji bo Kesên ku Hewceyî Emeliyat an Kemoterapiyê ne (S-407): Ev belge alî me dikin em di meseleyeke acîl a tibî de hazir bin, bi xisûsî gava meseleyeke li ser xwînê hebe. Eger tu bihemle bî yan ji te re emeliyat an kemoterapî lazim be, belgeya lazim ji rîspiyên civata xwe bixwaze.

Komîteya Îrtibata bi Nexweşxaneyan re: Di wan komîteyan de, rîspiyên bitecrûbe xizmetê dikin, wan perwerde standin ku melûmatên li ser xwînê bidin doktor û xwişk û birayan. Ew dikarin bi kesên mesûl re li ser tedawiyên tibî yên bê neqla xwînê sohbetê bikin. Eger lazim be, ew dikarin doktorekî ku fikrên te yên li ser meseleya xwînê qebûl bike, ji te re bibînin. Ew tim, şev û roj, hazir in destekê bidin me. Eger ji bo emeliyat an tedawiyekê, wek kemoterapî, lazim be ku tu bikevî nexweşxaneyê, çi qas zû ew qas baş xwe bigihînî birayên vê komîteyê. Eger wisa xuya dike ku neqla xwînê ji te re ne lazim be, dîsa jî xeberekê bide wan birayan. Gerek xwişkên bihemle jî vê yekê bikin. Tu dikarî ji rîspiyên civata xwe numreya birayên Komîteya Îrtibata bi Nexweşxaneyan re bistînî.

VÎDEOYA Komîteyên Îrtibata bi Nexweşxaneyan re – Ew Çawa Alî Me Dikin? vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

Gava ji te re tedawî yan emeliyatek lazim be, birayên di van komîteyan de çawa dikarin alî te bikin?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 67 û Dua