Here Naverokê

Here naverokê

22-28 Çile

EYÛB 38-39

22-28 Çile

Kilam 11 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Gelo Tu Baş Bala Xwe Didî Tiştên ku Yehowa Çêkirine?

(10 deqe)

Piştî ku Yehowa dinya çêkir, wî li karê destê xwe nêrî (1Mû 1:10, 12; Ey 38:5, 6; w21.08 9 par. 7)

Melekan jî li karê destê Yehowa dinêrî (Ey 38:7; w20.08 14 par. 2)

Gava em baş bala xwe didin tiştên ku Yehowa çêkirine û qîmetê didin wan, em dikarin baweriya xwe ya bi wî xurttir bikin (Ey 38:32-35; w23.03 17 par. 8)

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Ey 38:8-10: Qanûnên ku Yehowa danîn di heqê wî de çi nîşanî me didin? (it-2-E 222)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz:

(4 deqe) Ey 39:1-22 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(2 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Gava tu fehm dikî ku kesê din naxwaze sohbetê bike, bi awayekî nerm sohbetê bidawî bike. (lmd ders 2 fikir 3)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(5 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Di sohbeta berê de, xwediyê malê ji te re got ku berî çendekê hezkiriyekî wî mir. (lmd ders 9 fikir 3)

6. Gotar

(5 deqe) lmd pêvek A fikir 1. Mijar: Tiştên ku niha diqewimin û hal û hereketên mirovan nîşan didin ku di demeke nêzîk de wê guhertineke mezin çêbe. (th ders 16)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 111

7. Gava Em li ser Tiştên Xuliqandî Difikirin, Emê Bala Xwe Nedin Problemên Xwe

(15 deqe) Gotûbêj.

Gava sê dostên sexte û Îblîs hicûmî Eyûb kir, wî tenê bala xwe da problemên xwe û gazin û lomeyên wan.

Eyûb 37:14 bixwîne. Paşê vê pirsê bipirse:

Eyûb çi kir ku dîsa ji aliyê ruhî ve xurt be?

Gava em di bin problemên xwe de difetisin, gerek em baş bala xwe bidin tiştên ku Yehowa çêkirine. Ev yek wê alî me bike ku em qewet û mezinahiya wî bînin bîra xwe û ji wî re dilsoz bimînin. Wekî din emê emîn bin ku ew dikare li me xwedî derkeve (Mt 6:26).

VÎDEOYA Dersên ji Kitêba Eyûb – Heywan vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:

Ev vîdeo çawa dikare baweriya te ya bi Yehowa xurt bike?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 54 û Dua