Here Naverokê

Here naverokê

26 Sibat–3 Adar

ZEBÛR 11-15

26 Sibat–3 Adar

Kilam 139 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Aştiya di Dinyaya Nû de Xeyal Bike

(10 deqe)

Ji ber ku mirov qeyd û qanûnan bin pê dikin, zilm û zordarî zêde bûne (Zb 11:2, 3; w06-E 15/5 18 par. 3)

Em dikarin bi Yehowa bawer bin ku ewê dawiya zilmê bîne (Zb 11:5; wp16-RDU 4 11)

Gerek em li ser soza Yehowa ku ewê me xelas bike, kûr bifikirin. Ev yek wê alî me bike ku em bi sebir li benda xelasbûna xwe bisekinin (Zb 13:5, 6; w17.08 6 par. 15)

VÊ YEKÊ BICERIBÎNE: Hêzekîêl 34:25 bixwîne, û xwe di vî cihê aştiyê de, ya ku ev ayet behsa vê dike, xeyal bike (kr 236-E par. 16).

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Zb 14:1: Nêrîna kesên bêaqil, a ku ev ayet behsa wê dike, çawa dikare li xizmetkarên Xwedê tesîr bike? (w13-E 15/9 19 par. 12)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 13:1–14:7 (th ders 2)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(2 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Kesekî ji bo Bîranînê dawet bike. (lmd ders 5 fikir 3)

5. Dest bi Sohbetê Bike

(1 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Xwediyê malê ji bo Bîranînê dawet bike. (lmd ders 3 fikir 4)

6. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Xwediyê malê dixwaze were Bîranînê. (lmd ders 7 fikir 4)

7. Mirovan Bike Şagirt

(5 deqe) lff ders 13 bi çend gotinan, tu çi elimî? û hedef. Meqaleyeke ji qismê “Zêdetir Hîn Bibe” bi kar bîne ku xwendekar fehm bike Yehowa li ser dînên sexte çi difikire. (th ders 12)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 8

8. “Şehrezayî ji Çekên Şer Çêtir e”

(10 deqe) Gotûbêj.

Li dinyayê, zilm û zordarî her çi qas diçe zêdetir dibe. Yehowa dizane ku zilm û zordariya ku em bi çavên xwe dibînin û rastî wan tên, dikare me pir dilteng bike. Ew wisa jî dizane ku em hewceyî parastinê ne. Mesela, ew me bi destê Peyva xwe diparêze (Zb 12:5-7).

Hîkmeta Kitêba Pîroz “ji çekên şer çêtir e” (Wz 9:18). Ka bifikire ku ev prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin me ji zilm û zordariyê biparêzin.

  • Wz 4:9, 10: Bi tena serê xwe neçe cihên bixeter

  • Mtl 22:3: Li sûk û kolanan bala xwe bide derdorê

  • Mtl 26:17: Nekeve şer û pevçûnên kesên din

  • Mtl 17:14: Berî ku şer û pevçûn çêbe, vî cihî bihêle. Û xwe ji komên ku protesto dikin, dûr bigire

  • Lq 12:15: Ji bo parastina mal û milkê xwe jiyana xwe nexe xeterê

VÎDEOYA Ne Kesên Bêbawer, Lê Kesên Bawermend ji Xwe re Emsal Bigire – Ne Lamex, Lê Henox vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:

Mîsala Henox çawa alî bavekî kir ku li hemberî zilm û zordariyê tiştên rast bike? (Îbr 11:5).

Di hin hal û rewşan de, xwişk û bira her tiştî dikin ku canê xwe yan mal û milkê xwe biparêzin. Dîsa jî, gerek ew çi ji destê wan tê bikin ku kesekî nekujin û xwînê nerijînin (Zb 51:14). (Li “Pirsên Xwendevanan”, Birca Çavdêriyê, Tîrmeh 2017, binêre.)

9. Kampanyaya ji bo Bîranînê li Roja Şemiyê, 2yê Adarê Dest pê Dike

(5 deqe) Gotara rîspiyekî civatê. Behsa planên civatê yên ji bo vê kampanyayê, gotara umûmî û Bîranînê bike. Bîne bîra xwişk û birayan ku di mehên Adar û Nîsanê de, hedefa ji bo pêşengên alîkar 15 saet in.

10. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 40 û Dua