Here Naverokê

Here naverokê

8-14 Çile

EYÛB 34-35

8-14 Çile

Kilam 30 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Gava Tiştên Xerab Tên Serê Kesên Baş

(10 deqe)

Ji bîr neke, Yehowa ne sebebê tiştên xerab e (Ey 34:10; wp19-RDU 1 8 par. 2)

Belkî wisa xuya dike ku kesên xerab ji bo gunehên xwe cezayê nastînin, lê ew nikarin xwe ji Yehowa veşêrin (Ey 34:21-26; w17.04 10 par. 5)

Alîkariya herî baş ji bo kesên ku ji ber neheqiyê derdan dikişînin ev e ku em rêya Yehowa nîşanî wan bidin (Ey 35:9, 10; Mt 28:19, 20; w21.05 7 par. 19-20)

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Ey 35:7: Elîhû dixwest çi bigota, gava wî ji Eyûb pirsî: “Ew [Xwedê] çi ji destê te distîne?” (w17.04 29 par. 3)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Ey 35:1-16 (th ders 10)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 10 fikir 3)

5. Dest bi Sohbetê Bike

(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Nîşanî kesekî ku zarokên wî hê biçûk in bide ku ew çawa dikare li ser jw.org melûmatên ji bo dê û bavan bibîne. (lmd ders 1 fikir 4)

6. Mirovan Bike Şagirt

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 58

7. Gelo Tu Hazir î ku ‘Peyva Xwedê’ li Her Derê Belav Bikî?

(15 deqe) Gotûbêj.

Pawlos ev şîret dabû Tîmotêyos: “Peyva Xwedê bide bihîstin, … li ser wê bisekine” (2Tîm 4:2). Peyva Yûnanî, a ku wek “li ser wê bisekine” hatibû tercûmekirin, carinan ji bo esker an nobedarekî ku tim hazir bû bikeve hereketê, hatibû bikaranîn. Em jî tim hazir in mizgînê bidin kesên ku em di jiyana rojane de bi wan re sohbetê dikin.

Em ji bo hemû tiştên ku Yehowa ji bo me kirine gelekî şikirdar in û ji wî pir hez dikin. Loma em dixwazin bi kesên din re li ser sifetên wî yên xweş sohbetê bikin.

Zebûr 71:8 bixwîne. Paşê van pirsan bipirse:

Kîjan tiştên xweş ên li ser Yehowa tu dixwazî ji kesên din re bibêjî?

Hezkirina ji mirovan me dehf dide ku em li her derê mizgînê belav bikin.

VÎDEOYA Bi Sedan Kesan Rastiya Kitêba Pîroz Dît vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

  •   Çawa bi destê xizmeta neresmî bi sedan kesan rastiya Kitêba Pîroz dît?

  •   Wan kesên ku berê diçûn dêrekê ji hînbûna Kitêba Pîroz çi feyde stand?

  • Hezkirina ji mirovan çawa alî me dike ku em li her derê mizgînê belav bikin?

  • Li gor te, xizmeta neresmî çima rêyeke pir baş e ku kesên din Yehowa nas bikin?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 138 û Dua