20-26 Çile
ZEBÛR 138-139
Kilam 93 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
1. Seba Tirsên Xwe Sist Nebe!
(10 deqe)
Em dixwazin bi temamiya dilê xwe pesnê Yehowa bidin (Zb 138:1)
Eger tu ditirsî ku di civînan de cewaban bidî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze (Zb 138:3)
Lê tirsên wisa bi eslê xwe ne xerab in (Zb 138:6; w19.01 10 par. 10)
TEWSIYE: Cewabên kin hazir bike. Ev yek dikare tirsên te kêmtir bike (w23.04 21 par. 7).
2. Cewherên Ruhî
(10 deqe)
-
Zb 139:21, 22: Gelo gerek şagirtên Îsa Mesîh gunehên her kesî efû bikin? (it-1-E 862 par. 4)
-
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Zb 139:1-18 (th ders 2)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(3 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. (lmd ders 2 fikir 3)
5. Mirovan Bike Şagirt
(4 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike û nîşan bide ku kurs çawa derbas dibe. (lmd ders 10 fikir 3)
6. Gotar
(5 deqe) ijwyp meqale 105. Mijar: Ez Çawa Dikarim li Hemberî Şermiya Xwe bi ser Bikevim? (th ders 16)
Kilam 59
7. Tu Dikarî li Hemberî Şermiya Xwe di Xizmetê de bi Pêş ve Herî
(15 deqe) Gotûbêj.
Gelo tu yekî şermok î? Belkî tu jê hez nakî ku bala kesên din li ser te be? Gelo fikra ku tu bi kesekî din re sohbetê bikî, dilê te ditirsîne? Ji bo kesên şermok carinan pir zor e tiştên ku dilê wan dixwaze, bikin. Lê belê, gelek kesên şermok bi ser ketin û wan dikaribû bi kesên din re li ser Kitêba Pîroz xeber bidin. Ew êdî ji xizmeta xwe pir hez dikin. Gelo em dikarin ji wan çi hîn bibin?
VÎDEOYA Ez li Hemberî Şermiya Xwe bi Dil û Can Micadele Dikim vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:
-
Xwişka Laura çawa ji şîreta pîrika xwe feyde stand?
Ji Kitêba Pîroz tê fehmkirin ku Mûsa, Yêremya û Tîmotêyos belkî kesên şermok bûn (2Mû 3:11; 4:10; Yêr 1:6-8; 1Tîm 4:12). Dîsa jî, wan di xizmeta xwe ya pîroz de tiştên pir mezin dikirin, çimkî Yehowa Xwedê bi wan re bû (2Mû 4:12; Yêr 20:11; 2Tîm 1:6-8).
Îşaya 43:1, 2 bixwîne. Paşê van pirsan bipirse:
-
Yehowa ji xizmetkarên xwe re çi soz dide?
Yehowa çawa alî kesên şermok dike ku ew di xizmetê de bi pêş ve herin?
VÎDEOYA Binavbûn wê Çawa Dilxweşiya Te Zêde Bike? – Bi Qismî vêxe. Paşê van pirsan bipirse:
-
Xwişka Loraini çawa di xizmeta xwe de qewet û desteka Yehowa dît?
-
Belavkirina mizgîniyê çawa dikare alî kesekî şermok bike?
8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê
(30 deqe) bt beş 21 par. 8-13, çarçoveya li rûp. 169an