Here Naverokê

Here naverokê

24 Sibat–2 Adar

METHELOKÊN SILÊMAN 2

24 Sibat–2 Adar

Kilam 35 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Çima Gerek Em bi Dil û Can Lêkolîn Bikin?

(10 deqe)

Bi vî awayî em nîşan didin ku em qîmetê didin rastiyê (Mtl 2:3, 4; w22.08 18 par. 16)

Bi vî awayî em dikarin qerarên baş bidin (Mtl 2:5-7; w22.10 19 par. 3-4)

Bi vî awayî baweriya me xurttir dibe (Mtl 2:11, 12; w16.09-E 23 par. 2-3)

JI XWE WISA BIPIRSE: “Ez çawa dikarim lêkolîna şexsî baştir bikim?”

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Mtl 2:7: Yehowa çawa “ji bo kesên di riya xwe de kamil in, mertal e”? (it-1-E 1211 par. 4)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mtl 2:1-22 (th ders 12)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(4 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Nîşanî xwediyê malê bide ku ew çawa dikare li ser jw.org melûmatên ji bo kesên zewicî bibîne. (lmd ders 1 fikir 3)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Di sohbeta berê de, kesê din ji te re got ku meraqa wî li ser çi ye. Îcar li ser vê mijarê weşanekê pêşkêşî wî bike. (lmd ders 9 fikir 3)

6. Gotar

(5 deqe) lmd pêvek A fikir 8. Mijar: Jin û Mêr Gerek ji Hevdû re Sadiq Bin. (th ders 13)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 96

7. Gelo Tu Hez Dikî ku li Xezîneyan Bigerî?

(15 deqe) Gotûbêj.

Ciwanno, gelo fikra ku hûn li xezîneyeke veşartî bigerin, li we xweş tê? Eger wisa ye, xezîneyek heye ku ji hemû xezîneyên din bi qîmettir e. Ev çi ye? Zanîna Xwedê (Mtl 2:4, 5). Ev xezîne çawa tê dîtin? Gerek em bi nîzamî Kitêba Pîroz bixwînin û serpêhatiyên wê hûr û kûr lêkolîn bikin. Em dikarin ji vê pir kêfê bistînin. Lêkolîneke wisa pir bi feyde ye!

  • Wexta ku tu Kitêba Pîroz dixwînî, tu dikarî li ser kîjan pirsan bifikirî? (w24.02 32 par. 2-3)

  • Tu dikarî bi alîkariya kîjan hacetan cewabên pirsên xwe bistînî?

Rêzevîdeoya Ji Dostên Yehowa Hîn Bibe dikare alî te bike ku tu li ser gotinên Kitêba Pîroz hûr û kûr bifikirî.

VÎDEOYA Ji Dostên Yehowa Hîn Bibe – Habîl vêxe.

1. Mûsa 4:2-4 û Îbranî 11:4 bixwîne. Paşê van pirsan bipirse:

  • Habîl çawa nîşan da ku ew dostê Yehowa ye?

  • Habîl çawa baweriya xwe ya bi Yehowa xurt dikir?

  • Tu çawa dikarî baweriya xwe xurt bikî?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 102 û Dua