Here Naverokê

Here naverokê

6-12 Çile

ZEBÛR 127-134

6-12 Çile

Kilam 134 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Dê û Bavno, li Mîrasa Xwe ya Biqîmet Xwedî Derkevin

(10 deqe)

Ji bo ku li hewcedariyên malbata xwe xwedî derkevin, dê û bav dikarin xwe bispêrin Yehowa (Zb 127:1, 2)

Zarok ji Yehowa mîras in (Zb 127:3; w21.08 5 par. 9)

Her zarokekî li gor hewcedariyên wî mezin bikin (Zb 127:4; w19.12 27 par. 20)

Gava dê û bav xwe dispêrin Yehowa û li zarokên xwe xwedî derdikevin, Yehowa pir qîmetê dide vê yekê

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Zb 128:3: Di vê ayetê de, çima tê gotin ku kurik wek ‘şax’, yanî çiqlên dara zeytûnê ne? (it-1-E 543)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 132:1-18 (th ders 2)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. (lmd ders 1 fikir 3)

5. Dest bi Sohbetê Bike

(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Kesê din tiştekî ku ne li gor Kitêba Pîroz e, tîne ziman. (lmd ders 5 fikir 4)

6. Mirovan Bike Şagirt

(5 deqe) lff ders 16 fikir 4-5. Ji bo wextekê tu diçî cihekî din. Ji xwendekarê xwe re şîrove bike te çi plan kir ku kurs çawa wê bê derbaskirin. (lmd ders 10 fikir 4)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 13

7. Dê û Bavno, Gelo Hûn bi Destê Mîsala Xwe Hîn Dikin?

(15 deqe) Gotûbêj.

Teşkîlata Yehowa gelek tişt hazir kirin, bi alîkariya wan, dê û bav dikarin zarokên xwe li ser Yehowa hîn bikin. Dîsa jî, mîsala baş a dê û bavan ji hemû wan tiştan qewettir e (5Mû 6:5-9).

Îsa Mesîh jî bi destê mînaka xwe şagirtên xwe hîn dikirin.

Yûhena 13:13-15 bixwîne. Paşê, vê pirsê bipirse:

  • Îsa Mesîh bi destê mînaka xwe hîn dikir. Gelo ev yek çima pir bitesîr bû?

Dê û bavno, hûn dikarin bi alîkariya kirinên xwe nîşanî zarokên xwe bidin ku gotinên we ne pûç û vala ne. Gava hûn ji wan re mîsaleke baş bihêlin, ewê hê zêde bixwazin guh bidin we û bi ya we bikin.

VÎDEOYA Ji bo Zarokên Xwe Bibin Mîsaleke Baş vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

  • Dê û bav kîjan dersên muhîm hînî keçên xwe dikirin?

  • Ev vîdeo çima dilê we xurt dike ku hûn tim ji zarokên xwe re mîsaleke baş dihêlin?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 73 û Dua