WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Şagirtên Îsa ji Hevdû Hez Dikin – Xwehez û Bihêrs Nebe
ÇIMA? Îsa got ku şagirtên wî wê ji hevdû hez bikin (Yh 13:34, 35). Ji bo ku em hezkirina rastîn eyan bikin, gerek em bi menfaetên kesên din eleqedar bibin û bihêrs nebin (1Kr 13:5).
ÇAWA?
-
Gava kesek dilê te bi gotin an kirinên xwe diêşîne, sebebên eslî analîz bike. Berî ku tu tiştekî bibêjî an bikî, li ser netîceyan bifikire (Mtl 19:11).
-
Ji bîr neke ku em gişt qisûrdar in, loma em carinan seba gotin û kirinên xwe poşman dibin.
-
Probleman zû hel bike.
LI VÎDEOYA HEVDU HIZ BIKIN; XWEHIZIYÊ ÎNKAR KIN Û HÊRS NEBIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Mîro çawa seba gotinên Ûsiv bi hêrs ket?
-
Çi alî Ûsiv kir ku ew xwe bigire?
-
Bi saya vê ku Ûsiv bi nermî cewab da, problem çawa hel bû?