WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Şagirtên Îsa ji Hevdu Hez Dikin – Yekîtiyê Biparêze
ÇIMA? Li şeva berî mirina xwe, Îsa dua kir ku şagirtên wî “bigihîjin yekîtiyeke temam” (Yh 17:23). Ji bo ku em yekîtiya xwe xwedî bikin, gerek em hezkirina ku “xerabiyê bi bîr nayne”, eyan bikin (1Kr 13:5, KP).
ÇAWA?
-
Wek Yehowa bala xwe bide sifatên baş ên mirovan
-
Bi comerdî efû bike
-
Eger problemek hel bûye, êdî behsa wê neke (Mtl 17:9).
LI VÎDEOYA HEVDU HIZ BIKIN; KÎNÊ NEJON (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Di para yekê ya vîdeoyê, Lêyla çawa eyan kir ku ew ‘xerabiyê bi bîr tîne’?
-
Di para diduyan a vîdeoyê, Lêylayê çawa dev ji fikrên nerast berda û bû xwediyê nêrîna pozîtîf?
-
Di netîceyê de, Lêylayê yekîtiya civatê çawa xwedî kir?