Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Şagirtên Îsa ji Hevdû Hez Dikin – Bi Rastiyê Şa Bibe

Şagirtên Îsa ji Hevdû Hez Dikin – Bi Rastiyê Şa Bibe

ÇIMA? Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, gerek em ji bo rastiya der heqê mexsedên Xwedê de şahidiyê bikin (Yh 18:37). Wekî din, dinya her çi qas bi xerabî û neheqiyê ve tije be jî, gerek em bi rastiyê şa bibin, rastiyê bibêjin û li ser tiştên rast bifikirin (1Kr 13:6; Flp 4:8).

ÇAWA?

  • Guh nede paşgotiniyê, û paşgotiniyê neke (1Se 4:11).

  • Şa nebe gava tiştekî xerab tê serê kesekî

  • Ji tiştên pozîtîf û teşwîqdar kêfê bistîne

LI VÎDEOYA HEVDU HIZ BIKIN; NEHEQIYÊRA ŞA NEBIN, LÊ RASTIYÊRA ŞA BIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Nazê çawa ‘bi neheqiyê şa bû’?

  • Eyşê çawa sohbeta xwe tevî Nazê li awayekî pozîtîf guherand?

  • Em dikarin der heqê kîjan tiştên baş de bipeyivin?

Ne bi neheqiyê, lê bi rastiyê şa bibe