2. MÛSA 33-34
XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ |Sifatên Yehowa yên Xweş
34:5-7 (Mizgînî)
Mûsa pir qîmet dida sifatên Yehowa. Vê yekê alî wî dikir ku ew bi Îsraêliyan sebir bike. Eger em jî wek Mûsa sifatên Yehowa rind fehm bikin, emê karibin ji xwişk û birayan re dilrehm bin.
-
“Dilrehm û keremdar e”: Çawa ku dê û bav li zarokên xwe dinêrin, Yehowa jî xizmetkarên xwe bi hezkirin xwedî dike û xema wan dixwe.
-
“Zû hêrs nabe”: Yehowa bi xizmetkarên xwe sebir dike, şaşiyên wan dibexşîne û fersendê dide wan ku ew xwe serrast bikin.
-
“Dilsozî û dilovaniya wî zêde ye”: Hezkirina Yehowa ya ji xizmetkarên wî re daîm e.
JI XWE BIPIRSE: “Ez çawa dikarim dilrehmî û dilovaniya Yehowa ji xwe re bikim emsal?”