Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

“Yên ku Xwedê Ew Kirine Yek ...”

“Yên ku Xwedê Ew Kirine Yek ...”

Li gor Qanûna Mûsa, zilamekî ku dixwest pîreka xwe berde gerek kaxeza jinberdanê binivîsiya. Sebeba vê metodê ev bû ku zilam bi lez pîrekên xwe bernedin. Lê belê li dema Îsa, alimên dînî îşê jinberdanê hêsan kiribû. Zilaman dikaribû pîrekên xwe bi her sebebê berdin (nwtsty notên lêkolînê li ser Mq 10:4, 11). Îsa got ku yê ku zewac saz kiriye, Yehowa ye (Mq 10:2-12). Xwedê dixwaze ku jin û mêr di zewacê de “bibin bedenek” û ku ew her tim bi hev re bimînin. Li gor Kitêba Pîroz, ji bo hevberdana jin û mêr tenê sebebek heye, û ev jî bêexlaqî ye (Mt 19:9).

Îro gelek mirov ne wek Îsa, lê belê wek Fêrîsiyan li zewacê dinêrin. Gava problem derdikeve, mirovên vê dinyayê zû bi zû hev berdidin. Lê belê, sonda zewacê ji bo şagirtên Îsa tiştekî pir girîng e. Loma ew xîret dikin ku problemên xwe li gor prensîpên Kitêba Pîroz safî bikin. Piştî temaşekirina vîdeoya Hizkirin û Qedirgirtin, Yektiya Malbetê Xwey Dike (bi Kurmanciya Qafkasyayê) cewabên van pirsan bidin:

  • Hûn çawa dikarin prensîpa li Methelokên Silêman 15:1 di zewaca xwe de bi kar bînin, û çima muhîm e ku hûn wisa bikin?

  • Bi saya Methelokên Silêman 19:11, hûn çawa dikarin xwe ji probleman dûr bixin?

  • Eger di zewaca we de problemên mezin hebin jî, li şûna ku hûn ji hev biqetin, gerek hûn li ser kîjan pirsan bifikirin?

  • Bi saya Metta 7:12, tu çawa dikarî bibî jin an mêrekî baştir?