Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Li Malbatê Hezkirinê Nîşan Bide

Li Malbatê Hezkirinê Nîşan Bide

Malbat bi saya hezkirinê tê xwedîkirin. Bê hezkirin pir zor e ku ferdên malbatê aştî û yekîtiyê bi pêş bixin. Gelo jin, mêr, dê û bav çawa dikarin di malbatê de hezkirinê nîşan bidin?

Mêrekî dilovan wê hewcedarî, nêrîn û hîsên jina xwe hesab bike (Ef 5:28, 29). Ewê malbata xwe hem ji aliyê fîzîkî ve hem jî ji aliyê ruhî ve xwedî bike. Mesela, ewê xîret bike ku her tim Îbadeta Malbatê îdare bike (1Tîm 5:8). Jineke dilovan wê serîtiya mêrê xwe qebûl bike û “siyaneta mêrê xwe bigire” (Ef 5:22, 33; 1Pt 3:1-6). Hem jin hem jî mêr gerek hazir bin ku hevdû ji dil efû bikin (Ef 4:32). Dê û bavên dilovan bi her yek ji zarokên xwe ve eleqedar dibin û wan dielimînin ku ji Yehowa hez bikin (5Mû 6:6, 7; Ef 6:4). Gelo zarok di mektebê de rastî çi tengasiyan tên? Eger ew ji aliyê hevaldersên xwe ve rastî zordariyê tên, gelo ew çawa serî bi vê problemê re derdixînin? Eger di nav malbatê de hezkirin wê hebe, her ferdê malbatê wê xwe di emniyetê de hîs bike.

LI VÎDEOYA HIZKIRINA KU TU CAR KUTA NABE MALBETÊDA BIDINE KIFŞÊ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Mêrekî dilovan çawa hemû hewcedariyên jina xwe tedarek dike?

  • Jineke dilovan çawa qedrê mêrê xwe digire?

  • Dê û bavên dilovan çawa rastiya Peyva Xwedê dixin dilê zarokên xwe?