XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE
Mîsalan bi Kar Bîne
Li dema ziyaretên diduyan yan kursên Kitêba Pîroz, gerek em alî xwendekaran bikin ku ew fikrên sereke fehm bikin. Bi alîkariya mîsalan, em dikarin bigihîjin dilê wan û alî wan bikin ku ew fikrên sereke ji bîr nekin.
Gava tu ji bo ziyareta diduyan yan kursa Kitêba Pîroz haziriyê dikî, tenê ji bo fikrên sereke mîsalan hazir bike. Mîsalên hêsan bi kar bîne, yên ku bi jiyana herrojî ve girêdayî ne (Mt 5:14-16; Mq 2:21; Lq 14:7-11). Jiyan û mijûliyên guhdaran hesab bike (Lq 5:2-11; Yh 4:7-15). Gava guhdar maneya gotinan fehm bikin, tuyê dilxweş bibî.
LI VÎDEOYA ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; FERESETÊN XWEDA PÊŞDA HERE; BI MESELA HÎN KE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Carinan çima alîkarî lazim dibe ku xwendekar ayetên Kitêba Pîroz fehm bikin?
-
Nîtayê ji bo zelalkirina gotinên Romayî 5:12 çi mîsal bi kar anî?
-
Mîsalên baş çawa dikarin ser guhdaran tesîr bikin?
-
Gerek em çima vîdeo û hacetên din ên elimandinê di xizmetê de bi kar bînin?