Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Terbiye Hezkirina Yehowa Eyan Dike

Terbiye Hezkirina Yehowa Eyan Dike

Terbiye bi gelemperî bi şîretdayîn û perwerdekirinê ve girêdayî ye. Lê belê, terbiye carinan dikare wek serrastkirin yan ceza jî bê dayîn. Yehowa me terbiye dike ji bo ku em li gor daxwaza wî ji wî re xizmet bikin (Rm 12:1; Îbr 12:10, 11). Carinan, terbiye dilê me diêşîne, lê gava em terbiyeyê qebûl dikin, Yehowa me wek kesên rastdar dibîne û me bibereket dike (Mtl 10:7). Gelo kesên ku gerek terbiyeyê bidin yan qebûl bikin, gerek çi ji bîr nekin?

Kesê ku terbiyeyê dide: Rîspiyên civatê, dê û bav û kesên din gerek xîret bikin ku wek Yehowa bi nermî û bi dilovanî terbiyeyê bidin (Yêr 46:28). Eger lazim bibe ku terbiyeyeke cidî bê dayîn, gerek ew dîsa jî bi hezkirin bê dayîn (Tît 1:13).

Kesê ku terbiyeyê distîne: Terbiye her çawa bê dayîn jî, gerek em wê red nekin, lê zû pêk bînin (Mtl 3:11, 12). Ji ber ku em qisûrdar in, em hewceyî terbiyeyê ne, ya ku dikare bi cure cure metodan bê dayîn. Mesela, tiştên ku em di Kitêba Pîroz de dixwînin yan li civînan dibihîzin dikarin me terbiye bikin. Carinan lazim e ku heyeteke edlî terbiyeyê bide kesekî. Eger em terbiyeyê qebûl bikin, emê jiyana herheyî bistînin (Mtl 10:17).

LI VÎDEOYA “XUDAN KÊ HIZ DIKE, WÎ ŞÎRET DIKE” (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Jiyana birayê me çawa bû û çawa guherî?

  • Wî çi terbiye ji Yehowa stand?

  • Ji terbiyeya Yehowa hez bike

    Em dikarin ji serpêhatiya wî çi bielimin?