Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Li Dawiya “Rojên Dawîn” Hazir Bimîne

Li Dawiya “Rojên Dawîn” Hazir Bimîne

Her ku em nêzîktirî dawiya “rojên dawîn” dibin, tengasî û felaket roj bi roj zêde dibin (2Tîm 3:1; Mt 24:8). Gava xizmetkarên Xwedê rastî felaketan tên, ew gelek caran di wextê de rêberiya muhîm distînin. Pir muhîm e ku em xwe ji niha ve ji aliyê ruhî û fîzîkî ve hazir bikin, da ku em li wê demê sax bimînin (Lq 16:10).

  • Ji aliyê ruhî ve haziriyê bike: Fealiyetên ruhî bi awayekî rêk û pêk bîne cih. Hînî cure cure metodên xizmetê bibe. Eger wisa biqewime ku ji bo wextekê tu bêyî xwişk û birayan bimînî, nekeve stresê (Îş 30:15). Yehowa û Îsa wê te tu caran nehêlin (od-E 176 par. 15-17).

  • Ji aliyê fîzîkî ve haziriyê bike: Her malbat gerek hem çente hem jî xwarin, av, derman û tiştên din hazir bikin. Eger lazim bibe ku hûn ji bo wextekê li cihekî din bimînin, tiştên wisa wê ji we re lazim bibin (Mtl 22:3; g17.5-E 4, 6).

LI VÎDEOYA TE XWE HAZIR KIRIYE BONA TEŞQELÊN TEBYETÊ? (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Em çawa dikarin ji aliyê ruhî ve ji bo felaketan haziriyê bikin?

  • Gerek em çima:

    • rind guh bidin rêberiya rîspiyan?

    • çenteyekî ji bo rewşên acîl hazir bikin?

    • bînin ber çavê xwe ku çi cure felaket dikarin biqewimin û gerek em çi bikin eger tiştekî wisa biqewime?

  • Gava felaketek diqewime, em dikarin bi kîjan 3 awayan alî kesên din bikin?

JI XWE BIPIRSE: “Ez di heqê haziriyê de ji pandemiya koronavîrûsê dikarim çi dersan bigirim?”