Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Xwestekên Xwe Kontrol Bike

Xwestekên Xwe Kontrol Bike

Ji ber ku em qisûrdar in, li me gelek zor tê ku em xwestekên xwe kontrol bikin. Eger em li gor wan xwestekan hereket bikin, emê dostaniya xwe ya bi Yehowa re winda bikin. Mesela, hin kes îznê didin ku xwarin, kinc yan mal û milk di jiyana wan de cihê pêşîn bigire. Hin kes jî diçin pey xwestekên xwe yên cinsî û bi vî awayî qanûnên Xwedê binpê dikin (Rm 1:26, 27). Hin mirov jî tiştên nebaş dikin ji bo ku hevalên wan ji wan hez bikin û wan qebûl bikin (2Mû 23:2).

Gelo em çawa dikarin xwestekên xwe kontrol bikin? Gerek em çi ji destê me tê bikin ku em bala xwe bidin tiştên ku Yehowa razî dikin (Mt 4:4). Wekî din, gerek em ji Yehowa rica bikin ku ew alî me bike ku em xwestekên xwe kontrol bikin. Gelo çima? Çimkî ew dizane ku ji bo me çi baş e, û ew dikare xwestekên me yên rast bîne cih (Zb 145:16).

LI VÎDEOYA ÎZIN NEDE KU CIXARE EMIRÊ TE PÛÇ KE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Hin kes çima cixareyê dikişînin?

  • Kişandina cixareyê dikare çi zerarê bide te?

  • Kişandina cixare û e-cixareyê çima xerab e? (2Kr 7:1)

  • Tu dikarî cixareyê red bikî!

    Tu çawa dikarî cixareyê red bikî yan dev jê berdî?