Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Hacetekî ji bo Avakirina Baweriya bi Yehowa û Îsa Mesîh

Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Hacetekî ji bo Avakirina Baweriya bi Yehowa û Îsa Mesîh

Ji bo ku xwendekarên Kitêba Pîroz dilê Xwedê xweş bikin, gerek ew baweriyeke xurt ava bikin (Îbr 11:6). Em dikarin bi navgîniya kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! bigihîjin dilê wan. Di vê kitêbê de ayetên muhîm, îsbatên zelal, pirsên bitesîr, vîdeoyên balkêş û wêneyên xweşik hene. Gava em alî xwendekarên Kitêba Pîroz dikin ku ew sifetên baş û dostaniya bi Xwedê re bi pêş bixin, em alî wan dikin ku baweriya wan saxlem be (1Kr 3:12-15).

Ji ber ku Xwedê nayê dîtin, hin kes fehm nakin ku mirov çawa dikare pê re dostiyê bike. Loma, gerek em alî wan bikin ku ew Yehowa nas bikin û bi wî bawer bin.

LI VÎDEOYA BI ALÎKARIYA KITÊBA “HETA BI HETAYÊ DILŞAD BE!” BAWERIYÊ BI YEHOWA AVA BIKE TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Em ji ku dizanin ku xwişkê ji bo kursê xwe rind hazir kiribû?

  • Wê çawa bi destê pirsên zêdekirî alî xwendekara xwe kir ku ew fikrên xwe yên li ser Îşaya 41:10, 13 bîne zimên?

  • Vîdeo û ayetên Kitêba Pîroz çawa li ser xwendekarê tesîr kir?

Gelek kes qîmeta fîdyeyê fehm nakin yan jî fîdyeyê wek hediyeyeke şexsî nabînin (Gl 2:20). Loma, gerek em alî wan bikin ku ew baweriya xwe bi fîdyeya Îsa Mesîh bînin.

LI VÎDEOYA BI ALÎKARIYA KITÊBA “HETA BI HETAYÊ DILŞAD BE!” BAWERIYÊ BI ÎSA MESÎH AVA BIKE TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Em ji ku dizanin ku bira ji bo kursê xwe rind hazir kiribû?

  • Wî çawa melûmata ji qisma “Zêdetir Hîn Bibe” bi kar anî ku alî xwendekarê xwe bike?

  • Dua çima ji bo xwendekaran muhîm e?