WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Gelo Tu ji bo Tevliheviya Hundirîn Hazir î?
Dawiya vê sîstemê her ku nêzîktir dibe, tevliheviya hundirîn, teror û şer wê zêdetir bibin (Py 6:4). Gelo em çawa dikarin xwe ji bo tengasiyên wisa hazir bikin?
-
Ji aliyê ruhî ve xwe hazir bike: Prensîp û serpêhatiyên Kitêba Pîroz, ên ku îtibariya te bi Yehowa û teşkîlata wî qewî dikin, lêkolîn bike (Mtl 12:5; jr-E 125-126 par. 23-24). Gerek tu ji niha ve dostaniya xwe bi xwişk û birayên civata xwe re xurttir bikî (1Pt 4:7, 8).
-
Ji aliyê fîzîkî ve xwe hazir bike: Bifikire ka tu dikarî xwe li ku derê veşêrî, û têra xwe erzakan hazir bike. Wekî din, plan bike ku tuyê çi bikî eger lazim be ku tu ji mala xwe derkevî û birevî. Çenteyê xwe kontrol bike û tiştên wek maske, lepik û pere bike hundir. Bila numreyên rîspiyên civatê ba te hebin, da ku tu karibî bigihijî wan û ew jî karibin bigihîjin te (Îş 32:2; g17.5-E 3-7).
Li dema tevliheviya hundirîn dev ji dua, lêkolîn û civînan bernede (Flp 1:10). Heta ku hewcetî tune be, cih û stara xwe neguherîne (Mt 10:16). Xwarin û tiştên din bi kesên din re parve bike (Rm 12:13).
LI VÎDEOYA GELO TU JI BO FELAKETAN HAZIR Î? TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Yehowa çawa dikare li demên felaketan alî me bike?
-
Ji bo ku em hazir bin, em dikarin çi bikin?
-
Em çawa dikarin alî kesên ku seba felaketekê zerar dîtiye, bikin?