Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Li Xizmetê Behsa Nûçeyên Rojane Bike

Li Xizmetê Behsa Nûçeyên Rojane Bike

Îsa Mesîh di xizmetê de behsa nûçeyên rojane dikir (Lq 13:1-5). Tu jî dikarî nûçeyên rojane bi kar bînî ku bala mirovan bikişînî ser mizgîna Padîşahiyê. Piştî ku te behsa problemên ekonomîk, felaketên tebîetê, tevliheviya hundirîn, tesîra narkotîkan yan tiştekî din kiriye, pirseke balkêş bipirse. Mesela: “Tu çi difikirî, gelo emê dawiya … bibînin?” yan “Li gor te, çi dikare … hel bike?” Paşê, ayeteke Kitêba Pîroz, a ku bi vê mijarê ve girêdayî ye, nîşanî wî bide. Eger ew rind guh bide, vîdeo yan jî weşaneke ji Hacetên Elimandinê pêşkêş bike. Her ku em xîret dikin ku dilê mirovan qazanc bikin, bila em “van hemûyan ji bo Mizgîniyê” bikin (1Kr 9:22, 23).

Gelo li herêma te çi mijar wê zêdetir bala mirovan bikişîne?