WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Gelo Tu Qeyda Deng a Kitêba Pîroz bi Kar Tînî?
Gelo ev çi qeyd e? Ev qeyda deng a Wergera Dinyaya Nû ya Kitêba Pîroz e. Ew di gelek zimanan de gav bi gav tê hazirkirin û weşandin. Di vê qeyda deng de tiştekî xweş ev e ku ji bo her kesekî di Kitêba Pîroz de dengekî din tê bikaranîn. Ji bo ku xebera di Kitêba Pîroz de bi awayekî rast bê fehmkirin, gotinên wê ji dil û bi zelalî tên xwendin.
Feydeya qeyda deng a Kitêba Pîroz çi ye? Bi vê qeyda deng, Kitêba Pîroz bi ruh û can dibe. Kesên ku guh didinê pir jê hez dikin, çimkî ew dikarin bi destê vê qeydê serpêhatiyên Kitêba Pîroz bînin ber çavê xwe û gotinên wê baştir fehm bikin (Mtl 4:5). Û gelek kesên dilteng, gava ew qeyda deng a Kitêba Pîroz guhdarî dikin, dilê wan rihet dibe (Zb 94:19).
Gava Kitêba Pîroz bi dengekî bilind ji me re tê xwendin, ev yek dikare li ser me tesîreke pir mezin çêke (2Dr 34:19-21). Eger ev qeyda deng a Kitêba Pîroz di zimanê te de yan di zimanekî ku tu fehm dikî de hebe, gelo tu dikarî ji xwe re bikî adet ku tu guh bidî wê?
LI VÎDEOYA HAZIRKIRINA QEYDA DENG A KITÊBA PÎROZ – BI QISMÎ TEMAŞE BIKE Û CEWABA VÊ PIRSÊ BIDE:
Tu ji hazirkirina qeyda deng a Kitêba Pîroz çi diecibînî?