WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Ji Destpêkirina Sohbetan Kêfê Bistîne
Ji bo belavkirina xebera xêrê sohbetên rojane rêyeke pir xweş û baş in. Lê eger em berî sohbetekê tenê li ser vê bifikirin ku em çawa behsa Kitêba Pîroz bikin, belkî tirs bikeve dilê me. Pir zêde bala xwe nede ku tu çawa dikarî behsa xebera xêrê bikî, lê bala xwe bide hewcedariyên mirovan (Mt 22:39; Flp 2:4). Eger di sohbetekê de fersend bikeve destê te ku tu behsa baweriya xwe bikî, gelek hacetên me hene ku dikarin alî te bikin.
Ev hacet çawa dikarin alî te bikin ku tu di sohbetên rojane de behsa xebera xêrê bikî?
LI VÎDEOYA “HESIN BI HESINÊ TÛJ DIBE” – DESTPÊKIRINA SOHBETAN TEMAŞE BIKE Û CEWABA VÊ PIRSÊ BIDE:
Kîjan sê gav dikarin alî me bikin ku em sohbetên xweştir derbas bikin?