WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Yehowa “Bavê Sêwiyan” e
Her sal gelek keç û xort qerar didin ku bibin dostên Yehowa (Zb 110:3). Ciwanên delal, Yehowa bi rastî xema we dixwe! Ew ji hal û derdê we fehm dike û gava hûn ji wî re xizmetê dikin, ew alî we dike. Eger tu bê dê yan bav mezin bibî, ji bîr neke, Yehowa “bavê sêwiyan” e (Zb 68:5). Halê malbata te çi be jî, bi alîkariya Yehowa tu dikarî bi ser bikevî (1Pt 5:10).
LI VÎDEOYA KESÊN KU LI TÊKOŞÎNA JI BO BAWERIYÊ BI SER DIKEVIN – KESÊN KU BÊ DÊ YAN BAVÊ XWE MEZIN DIBIN TEMAŞE BIKE Û CEWABA VAN PIRSAN BIDE:
-
Em dikarin ji mîsalên Tammy, Charles û Jimmy çi hîn bibin?
-
Gotina ji Zebûr 27:10 çi soz dide kesên ku bê dê yan bav mezin dibin?