Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Dê û Bavno – Riya Rastiyê Nîşanî Zarokên Xwe Bidin

Dê û Bavno – Riya Rastiyê Nîşanî Zarokên Xwe Bidin

Şagirtên Îsa ji dil dixwazin ku zarokên wan jî bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikin. Ji bo vê lazim e ku dê û bav hîndariyên Kitêba Pîroz ji biçûktiya zarokên xwe ve têxin dilê wan (5Mû 6:7; Mtl 22:6). Dilşadiya dê û bavên ku vêya bi fedakarî dikin, pir mezin dibe (3Yh 4).

Ûsiv û Meryem ji bo dê û bavan nimûneyeke pir baş in. Ew “her sal di Cejna Derbasbûnê de diçûn Orşelîmê”. Ji bo vê, xîret û pere lazim bû (Lq 2:41). Xuya ye ku wan rind bala xwe dida hewcedariyên ruhî. Îro jî, wê baş be ku dê û bav her tim bi gotin û kirinên xwe ji zarokên xwe re bibin emsal û rêberiya wan bikin (Zb 127:3-5).

VÎDEOYA WANA HER MECALEK DA XEBATÊ (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Jon û Sharonê di malbata xwe de çawa bala xwe dida îşên Padîşahiyê?

  • Gava dê û bav rêberiyê didin zarokên xwe, çima lazim e ku ew ji bîr nekin ku zarok ne wek hev in?

  • Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew ji bo ceribandinan hazir bibin?

  • Hûn bi destê kîjan hacetên teşkîlata Yehowa alî zarokên xwe dikin ku ew ji aliyê ruhî ve xurttir bibin?

Tevî malbata xwe, ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin şixulên ruhî