WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Ji Lêkolîna Şexsî Zêdetir Feyde Bistîne
ÇIMA MUHÎM E? Lêkolîna Peyva Xwedê alî me dike ku em karibin “firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya” rastiyê fehm bikin (Ef 3:18). Wekî din, lêkolîn alî me dike ku em li vê dinyaya xerab “bêqusûr û pak bin” û xwe li “peyva jiyanê hişk bigirin” (Flp 2:15, 16). Ji bo lêkolîna şexsî, em dikarin malzemeyan li gor hewcedariyên xwe hilbijêrin. Em çawa dikarin ji xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz zêdetir feyde bistînin?
GEREK TU ÇI BIKÎ?
-
Li Kitêba Pîroz (a çapkirî an elektronîk), a ku tu ji bo lêkolîna şexsî bi kar tînî, ayetan îşaret bike û notan binivîse.
-
Gava tu Kitêba Pîroz dixwînî, ji xwe pirsên wisa bipirse: “Kî? Çi? Kengê? Li ku derê? Çima? Çawa?”
-
Zêdetir melûmatê bistîne. Bi alîkariya hacetên lêgerînê li ayetan an li mijaran bigere.
-
Li ser tiştên ku tu dixwînî kûr bifikire ku tu fehm bikî ka ev melûmat çawa dikare ji bo te bifeyde bibe.
-
Tiştên ku tu dielimî di jiyana xwe de bi kar bîne (Lq 6:47, 48).
LI VÎDEOYA BI HÎNBÛNA ŞEXSÎ, XWE QEWÎ LI XEBERA XWEDÊ BIGIRIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Hin kes lêkolîna şexsî çawa tarîf dikin?
-
Gerek em çima bi duayê dest bi lêkolîna şexsî bikin?
-
Em çawa dikarin qismê ku em li Kitêba Pîroz dixwînin, baştir fehm bikin?
-
Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em dikarin çi cure îşaretan bikin?
-
Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, çima muhîm e ku em kûr bifikirin?
-
Gerek em tiştên ku em dielimin çawa di jiyana xwe de bi kar bînin?