WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Xwişk û Birayên Bitecrûbe ji Xwe re Bike Emsal
Di civatên me de, xwişk û birayên ku bi dehan salan ji Yehowa re xizmet dikin hene. Em dikarin ji baweriya wane xurt gelek dersan bistînin. Mesela, em dikarin ji wan di heqê tarîxa teşkîlata Yehowa de pirsan bipirsin. Wekî din, em dikarin bipirsin ka wan çawa bi alîkariya Yehowa serî bi tengasiyên xwe re derxistiye. Ji xeynî vê, em dikarin xwişk û birayên wisa ji bo Îbadeta Malbatê dawet bikin ku guh bidin tecrûbeyên wan.
Eger tu mizgînvanekî bitecrûbe yî, wê baş be ku tu bi kesên ciwan re di heqê serpêhatî û ceribandinên xwe de bipeyivî. Aqûb û Ûsiv ji zarokên xwe re behsa tecrûbeyên xwe dikir (1Mû 48:21, 22; 50:24, 25). Wekî din, Yehowa tembîh da serên malbatê ku ew ji zarokên xwe re behsa kirinên wî bikin (5Mû 4:9, 10; Zb 78:4-7). Îro jî, dê û bav û xwişk û birayên din dikarin ji zarok û ciwanan re behsa serkeftinên teşkîlatê bikin.
LI VÎDEOYA WEDÊ QEDEXEKIRINA, YEKTIYÊ XWEY DIKIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Buroya Awistiryayê çawa alî xwişk û birayên li welatên ku îşê Padîşahiyê li wê derê qedexe bû, kiriye?
-
Xwişk û birayên li van welatan çawa baweriya xwe xwedî kir?
-
Hin mizgînvanên li Romanyayê çima ji teşkîlata Yehowa derketin, û ew paşê çawa vegeriyan?
-
Ev serpêhatî çawa baweriya te xurt dikin?