Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Bi Armanca Mizgîndayînê Dest bi Sohbetan Bike

Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Bi Armanca Mizgîndayînê Dest bi Sohbetan Bike

Ji ber ku Îsa bi jinikeke Samerî re dest bi sohbetê kir, fersend derket ku ew mizgînê bide wê. Em çawa dikarin di warê destpêkirina sohbetan de hunerên xwe bi pêş bixin?

  • Dilgerm be û bi mirovan re bipeyive. Carekê, Îsa westiyayî bû, lê wî dîsa jî dixwest mizgînê bide. Ji bo destpêkirina sohbetê, wî ji jinika Samerî av xwest. Mîna vê, tu dikarî bi silaveke germ dest bi sohbetê bikî. Paşê, tu dikarî behsa hewayê an tiştekî din bikî. Armanca pêşîn tenê ev e ku tu dest bi sohbetê bikî, loma ferq nake ku tu kîjan temayê hilbijêrî. Eger sohbet çênebe, tu dikarî bi kesekî din re bipeyivî. Ji Yehowa re dua bike ku ew cesaretê bide te (Nhy 2:4; Kar 4:29).

  • Eger fersend hebe, behsa mizgînê bike, lê bi lez nekeve. Bihêle, bila sohbet xwe bi xwe biherike. Eger tu zorê bidî, dibe ku ev mirov aciz bibe û nexwaze sohbet bike. Eger sohbet biqede berî ku tu karibî mizgînê bidî, xemgîn nebe. Eger fikra ku gerek tu behsa mizgînê bikî, te bitirsîne, serê pêşîn dest bi sohbetan bike bêyî ku tu mizgîndayînê ji xwe re bikî armanc. [Vîdeoya 1ê lêde û muzakere bike.]

  • Ji bo ku fersend derkeve ku tu behsa mizgînê bikî, dibe ku tu karibî der heqê baweriya xwe de cimleyeke germ bibêjî. Dibe ku guhdarvanê te meraq bike û zêdetir melûmatê bixwaze. Xeberdana Îsa ji bo jinika Samerî ew qas balkêş bû ku wê çend pirs pirsîn. Bi saya van pirsan, sohbet xwe bi xwe hat li ser mizgînê. [Vîdeoya 2yan lêde û muzakere bike, paşê jî vîdeoya 3yan lêde û muzakere bike.]