Bi Niyeta Rast li Pey Îsa Here
Carekê, şagirtên Îsa gotinên wî rind fehm nekirin. Ji ber vê yekê, hin ji wan terpilîn û êdî nedixwest tevî wî bigerin. Hema rojek pêşiya vê, Îsa bi destê ruhê Xwedê mucizeyek çêkiribû û ew têr kiribûn. Madem ku wisa bû, ew çima terpilîn? Xuya ye ku ew xwehez bûn û tenê ji bo menfaetên madî li pey Îsa diçûn.
Gerek em ji xwe wisa bipirsin: “Ez çima li pey Îsa diçim? Tenê ji bo bereketên ku em îro distînin û yên ku em li hêviyê ne? An jî, ji bo ku ez bi rastî ji Yehowa hez dikim û dixwazim dilê wî xweş bikim?”
Dibe ku em çawa biterpilin eger em serê pêşîn ji bo van sebeban ji Yehowa re xizmet bikin?
-
Em ji hevaltiya tevî xizmetkarên Xwedê kêfê distînin
-
Em dixwazin li Cenetê bijîn